Parêzgarê Hewlêrê bi malbatên Ereb ên kuştiyên benzînxaneyê re civiya

PeyamaKurd- Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi malbatên 3 kuştiyên bûyera li benzînxaneyê re civiya û ragihand ku dê mafên wan bê parastin.
Çend roj berê li benzînxaneya li ser rêya Hewlêr-Koye, bi hinceta ku hinek benzîn rijiyabû xebatkarê benzînxaneyê 2 kesên bi otomobîlê hatibûn bi kalaşnîkofê kuştibû û kesekî din ku li wir bû jî bi guleyê hatibû kuştin. 2 kesên hatibûn kuştin ereb bûn. Kesê gumanbarê êrîşê jî piştre hatibû girtin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw malbatên kuştiyên bûyera li benzînxaneya li ser rêya Hewlêr-Koyeyê pêşwazî kirin û ligel wan civîneke rojnamevanî li dar xist.
Xoşnaw got, “Me ew piştrast kirine ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê di çarçoveya rêkarên yasayî de mafên malbatên qurbaniyan biparêze.”
Umêd Xoşnaw diyar kir, “Bûyer bi ti mijaran ve ne girêdayî ye û kuştî û kujer hev nas nakin lê yasa serwer e û dê li hemberî kujer rêkarên yasayî werin girtin.”
Birayê welatiyê ku hatibû kuştin Reîd Îsmaîl jîbangî hinek dezgehên medyayê kir û da zanîn ku divê pirsgirêk nebe neteweyî û pêwendiya bûyerê bi Kurd û Ereban re nîne.
Wî got: “Ew neyarên Kurd û Kurdistanê ne ku mijarê bi vî rengî nîşan didin.”
Bavê yek ji kuştiyên Ereb jî diyar kir ku ew ji aliyê Serok Barzanî ve hatine vexwendin Hewlêrê û spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir. Herwiha got: “Ji bo dayîna vê derfetê da ku em piştrast bibin ku tevahiya gelê Iraqê yek e. Her wiha ewlehî, aramî û yasa li hemû parêzgehên Îraqê yek in. Bi îzna Xwedê mafê kesî winda nabe.”
Ev nivîs 104 car hatiye xwendin.




