Li du navçeyên Wanê lehî rabû: Şaredariyan hevdu tawanbar kir

PeyamaKurd- Li navçeyên Seray û Qelqeliyê yên bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji ber barana zêde lehî rabû û gelek taxan zirar jê dît. Piştî lehiyê, tîmên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê û Şaredariya Serayê li herêmê dest bi xebatan kir.
Şaredariyên navçeyan rexne li Şaredariya Mezin a Wanê ku ji aliyê qeyûm ve tê birêvebirin kirin ku piştî çar saetan tîmên wê gihane cihê karesata lehiyê.
Herwiha hate bibîrxistin ku di karesatên lehiyê yên sala 2024an de, rêveberiya şaredariyê ya wê demê bi riya tîmên Rêveberiya Av û Kanalîzasyonê ya Wanê (VASKÎ) bi lez û bez destwerdan kirine, lê şaredariya niha erka xwe bicih neanî ye.
Li aliyê din hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Abdullah Zeydan ku qeyûm li şûna wan hatiye danîn jî daxuyanî dan û gotin, helwesta "bêberpirsyarî û xemsarî" ya rêveberiya qeyûm hiştiye ziyan zêde bibe. Herwiha hevşaredarên gotin, qeyûm kapasîteya xizmetê lawaz dike û ji ber vê yekê daxwaz kirin ku ji kar bê dûrxistin.
Di heman daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di karesatan de cihêkariya siyasî nayê qebûlkirin û di serî de DSÎ, bangî hemû saziyan hat kirin ku demildest dest bi xebatên çêkirina qeraxên çem û jêrxanê bikin.
Ev nivîs 83 car hatiye xwendin.





