Kevirê ku ji Marsê hatibû bi 5,3 milyon dolarî firotin

PeyamaKurd – Kevirê ku ji seyyara Masrê hatibû û gihabû heya dinyayê, li Mala Muzayedê ya Sothebyê ya li DYAyê derxistin mazatê. Giraniya kevir ya bi navê NWA 16788 25 kg. me û bi 5,3 milyon dolarî firotin.
Kevir ji seyyara Marsê veqetiyabû û gihabû heya dinyayê. Pispor dibêjin bi sedema germa zêde, hinek ji kevir bi bandora germê û givaşê bûye cam.
Rayedarên Sotheby'sê ji bo kevir dibêjin ku kevir ji Marsê hatiye, bi testên labaratuwarê hat îsbatkirin û kîmya kevir bi sonda feza Vikingê ya ku di sala 1976an de ku xwe danîbû Marsê, bi mînakên wê re yek e. Li ser firotina kevir û kîmya kevir, cîgira serokê Dîroka Xwezayê ya Sotheby'sê Cassandra Hatton li ser kevirê navborî ku bi bihayê 5,3 milyon dolarî hat firotin got:
“Ev perçe heya niha kevirên ji Marsê hatine, di nav wan de yê herî mezin yê meteorîte û xwediyê kîmya herî fireye. Ji kevirê berya xwe du qat zêdetir mezintir e.”
Ev nivîs 126 car hatiye xwendin.




