Sêwrînerê efsanewî yê Îtalî Giorgio Armani mir

PeyamaKurd - Sêwrînerê modayê û mîlyarderê efsanewî yê Îtalî Giorgio Armani di 91 saliya xwe de koça dawî kir.
Giorgio Armani ku bi sêwirandina cilên modern li seranserê cîhanê markeyeke luks ava kiriye, di 91 saliya xwe de koça dawî kir.
Şîrketa Armani ku salane zêdeyî 2 milyar dolar qezenc dike ragihand, "Armani heta rojên xwe yên dawî dixebitî û xwe terxanî şîrketê, berheman û gelek projeyên pêşerojê yên ku berdewam dikin kir."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê roja şemî û yekşemê li Mîlanoyê sersaxî were danîn û piştre jî merasîmeke taybet a cenaze ku roja wê hîn nehatiye diyarkirin were lidarxistin.
Ev nivîs 130 car hatiye xwendin.




