SOHR: Dewriyên Îsraîlê li Başûr û Bakûrê bajarê Quneytrayê pêş de diçin

PeyamaKurd – Çalakvanên SOHRê (Mala Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyê) ragihandine ku dewriyekî Îsraîlê di gundewarên bajarê Quneytrayê pêşde diçe û ji Bakûr de ketiye gundê Ofaniya û ji Başûr de ketiye gundê Sida el-Hanoutê.
Dewriye li ber ciyê kontrola berê ya El-Raihanayê û li ser rêya Ofaniya-El-Hurriyayê noqta kontrola demkî daniye. Dewriyeka dinê ya Îsraîlê li gundewarên başûrê bajarê Quneytrayê ber bi gundê Sida el-Hanoutê de çûye lê heya niha ti şerekî çênebûye.
SOHRê îro di wexta sibê de ragihandiye ku di heman wextê de konwoyekî Îsraîlê ya leşkerî ya ku ji 10 alavan pêkdihat, ji baregeha Tel Ahmar a Xarbi derketiye rê û di rêya navbera jîngehên Barikat û Kodnah de çûye.
Ev nivîs 115 car hatiye xwendin.




