"Em bi biryar in mîsyona hevpeymaniya navneteweyî li Iraqê bi dawî bikin"

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şîa Sûdanî tekezî li ser pabendbûna hevpeymaniya navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê ji bo bidawîkirina mîsyona xwe li Iraqê kir.
Di axaftina xwe ya bi boneya salvegera 20an a Şoreşa 20an de, Sûdanî diyar kir ku Iraq bi gelek pirsgirêkên navxweyî û derveyî re rû bi rû ye, lê hikûmet bernameyek xebatê heye.
Sûdanî diyar kir, "Bernameyên me jiholêrakirina çekên li derveyî desthilata dewletê, serweriya hiqûqê û têkoşîna li dijî gendeliyê vedihewîne. Ji bo xwedîkirina çekan li derveyî desthilata saziyên dewletê ti maf tune ye, û eşîr divê piştgiriyê bidin serweriya hiqûqê û dadweriyê."
Di derbarê mîsyona hevpeymaniya navneteweyî ya bi pêşengiya Amerîkayê li Iraqê de, Serokwezîrê Iraqê Sûdanî diyar kir:
"Hikûmeta Iraqê pabend e ku mîsyona hevpeymaniya navneteweyî bi dawî bike, ji ber ku ne hewce ye ku mîsyona hevpeymaniyê were dirêjkirin."





