YE hişyarî da Îsraîlê!

YE hişyarî da Îsraîlê!

PeyamaKurd - Komîsera YEyê Hadja Lahbib got ku biryara Îsraîlê ya berfirehkirina operasyonên xwe yên leşkerî li bajarê Xezzeyê dê karesata li herêmê kûrtir bike û jiyana girtiyên Îsraîlî bixe xeterê. Lahbib daxwaza agirbest, alîkariya mirovî û çareseriyek du dewletan kir.

Komîsera Ewropî ya ji bo Wekhevî, Amadekarî û Rêvebiriya Krîzan Hadja Lahbib hişyarî da ku biryara Îsraîlê ya berfirehkirina operasyonên xwe yên leşkerî li bajarê Xezzeyê dê "rewşa berê karesatbar" li herêmê xirabtir bike.

Di daxuyaniyekê de li ser X, Lahbib destnîşan kir ku ev biryar dê jiyana girtiyên Îsraîlî yên li Şerîda Xezzeyê jî "xe xeterê".

Lahbib diyar kir ku biryara Kabîneya Ewlehiyê ya Îsraîlê ya berfirehkirina operasyonên leşkerî li Xezzeyê dê "rewşa berê karesatbar" li herêmê xirabtir bike û got, "Agirbestek tavilê, digel berdana bê şert û merc a hemî girtiyan û radestkirina alîkariya mirovî ya berfireh, bi tevahî li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî, pir girîng e."

Lahbib her wiha tekez kir ku "ji bilî çareseriya du dewletan ti vebijarkek din tune".

Ev nivîs 75 car hatiye xwendin.