Netanyahu konferansa çapemeniyê li ser dagirkirina Xezzeyê li dar xist

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu beriya civîna awarte ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî civîneke çapemeniyê li dar xist.
Netanyahu dema ku hûrguliyên plana dagirkirinê eşkere kir, got, "Plana Bajarê Xezzeyê rêya herî baş e ji bo bidawîkirina şer."
Netanyahu ji bo ragihandina hûrguliyên plana Dagirkirina Xezzeyê ya ku ji hêla kabîneyê ve hatiye pejirandin, civîneke çapemeniyê li dar xist.
Netanyahu îdia kir ku ji ber ku Hamas çekên xwe radest nake, Îsraîl "ji bilî temamkirina mîsyonê û têkbirina Hamasê tu bijardeyek din tune."
Netanyahu diyar kir ku operasyona nû ya ku tê plankirin li Xezzeyê were destpêkirin wê du kelehên mayî yên Hamasê hedef bigire û got, "Plana Bajarê Xezzeyê rêya herî baş e ji bo bidawîkirina şer." Netanyahu, diyar kir ku ji artêşê re hatiye talîmat kirin ku bêtir rojnamevanên biyanî bînin Xezzeyê û got, "Em hêvî dikin ku plana operasyona nû ya Xezzeyê pir zû biqedînin."
"Em naxwazin şer dirêj bikin"
Netanyahu îdia kir ku Îsraîl wê korîdorên ewlehiyê û navendên alîkariyê yên nû li Xezzeyê veke û got, "Armanca me ne dagirkirina Xezzeyê ye, lê rizgarkirina wê ji Hamasê ye. Ez naxwazim şer dirêj bikim. Dirêjkirina şer tê vê wateyê ku gelek ji rehîneyan dikarin ji birçîbûnê bimirin."





