Banka Navendî ya Tirkiyê (TCMB) faîzan 300 baz daxist

PeyamaKurd – Heyeta Tesbîta Siyaseta Pera ya Banka Navendî ya Tirkiyê faîzan 300 baz daxist û ji %46an daxist %43an. Ji meha Adarê heya niha cara yekeme ku banka faîzê dadixe. Heyeta bankayê di bin serokatiya Yaşar Fatih Karahan de civiya û biryarê da.
Heyeta tesbîta siyaseta pera ji bo yek hefteyekî wade, faîza îhala repoyê %46an daxist %43an. Banka ji bo faîza şevê dema pere bideyn bide, faîza xwe ji %49an daxist %46an û di şevekî de dema bibe deyndar %44,5 daxist %41,5an.
Ev nivîs 86 car hatiye xwendin.




