FED, faîza xwe 25 baz daxist

FED, faîza xwe 25 baz daxist

PeyamaKurd – Banka Navendê ya Amerîkayê FED biryara nisbeta faîza xwe da. FED faîza xwe 25 baz daxist û kir navbera 3.75-4an. Endamê rêvebiriya FEDê Stephen Miran xwest faîzê 50 daxînin û serokê FEDê yê Kansasê Jeffrey Schmid xwest ku faîz sabît bimîne û li dijî biryarê dengên xwe dan.

Civîna endamên FEDê 2 roj dewam kir. Di daxwuyaniyê de gotin ku nîşaneyên aboriyê bi nermî mezin dibin, îstîhdam îsal hêdî bûye û jimara bêkariye hinek bilind bûye.

Ji serê salê de enflasyon bilind bûye û niha jî ewsa dewam dike. Xumamiya an ku nezelaliya aboriyê zêdeye û îstîhdam di talûkê de ye.

Ev nivîs 21 car hatiye xwendin.