Hewlêr | Bi projeya Ronakî re 400 jeneratorên elektrîka taybet betal bûn

Hewlêr | Bi projeya Ronakî re 400 jeneratorên elektrîka taybet betal bûn

PeyamaKurd - Cîgirê Rêveberê Ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ezîz Ehmed eşkere kir ku nêzîkî 400 jeneratorên taybet ku bi sotemeniya dîzel kar dikin li taxên Hewlêrê hatin daxistin û vemirandin.

Ehmed da zanîn, ev bi bernameya elektrîka 24 demjimêrî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk hatiye û ew 400 jenerator hatine vemirandin wekî ku 60 hezar otomobîl li ser rêyan hatibin rakirine ji bo jîngehê.

Ezîz Ehmed diyar kir: “Nêzîkî 5 hezar jeneratorên taybet li seranserê Herêma Kurdistanê kar dikin û xizmetê didin taxan û malbatên mezin û bazirgan û hikûmetê. Bi salan wan alîkarî da ji bo tijîkirina wê valahiya elektrîkê, ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha jî hewla çareseriyê dide.”

Wezareta Elektrîkê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihandiye ku niha nêzîkî 90 hezar mal û şîrket elektrîka wan bê qutbûn heye ku li Silêmaniyê jî heftiya borî ew proje dest pê kiribû.

Bernameya Ronakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sozê dide ku heta dawiya sala 2026an li seranserê Herêma Kurdistanê 24 demjimêr elektrîka bê qutbûn hebe.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ev proje sala borî ragihandibû.

Ev nivîs 58 car hatiye xwendin.