Hikûmeta Iraqê: 60 hezar otomobîlên qaçax ji ser Silêmaniyê hatine derbaskirin

PeyamaKurd – Çavkaniyeke ji hikûmeta Iraqê bal kişand qaçaxçîtiya neyasayî ya li deriyên Silêmaniyê pêk tê û eşkere kir ku gelek caran ji aliyê Wezareta Navxwe ya Iraqê ve derbarê hebûna qaçaxçîtiya li deriyên sînorê Silêmaniyê de ew hatine agahdar kirin.
Li gorî zanyariyên ketine destê hikûmeta Iraqê li deriye sînorê Silêmaniyê ku qaçaxçîtîyeke pir mezin tê kirin, nêzîkî 60 hezar otomobîlên derveyî yasayê bi qaçaxî derbasî devera Silêmaniyê hatine kirin û ofîsa taybet bi qaçaxçîtiyê ya YNKê jî serpereştiya wê dike.
Li ser mijarê endamê lijneya asayîş û berevaniyê û navxwe li Civata Nûnerên Iraqê Segvan Sindî gotiye: “Hikûmeta Iraqê di asta Wezareta Navxwe de giliyên wan heye derbarê deriyên Silêmaniyê de. Bar tê bo hundir ti kontrolek nayê kirin û nayê zanîn çi tê de ye? Bar bi qaçaxî tên anîn û di cihê wergirtina pereyê gumrikê û vegerandina wî pereyî de ji bo hikûmetê, dahat diçe berîka gruban. Herwiha nahêlin xercên gumrikê yên hatine diyar kirin wekî xwe bên bicih kirin ku ev ziyaneke mezine li Silêmaniyê û ji bo Herêma Kurdistanê û ji bo Iraqê jî. Ji bo wê gelek caran me agahdar dikin derbarê tiştên ku li Silêmaniyê pêk tên de.”
Segvan Sindî daye zanîn, nîgeraniyên Wezareta Navxwe ya Iraqê di asta Serokwezîrê Iraqê de jî li hember rewşa deriyên sînorî yên devera Silêmaniyê heye û ecêb maye çawa bi dehan hezar otomobîlên Melîke (Toyota Crown) anîne herêma Kurdistanê?
Ev nivîs 165 car hatiye xwendin.




