Ji Kurdistanê bo Bexdayê: Sedema kêmbûna dahatên we gendelî, qaçaxçîtî û milîs in

Dîroka Weşanê :
Ji Kurdistanê bo Bexdayê: Sedema kêmbûna dahatên we gendelî, qaçaxçîtî û milîs in

PeyamaKurd- Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi daxuyaniyekê bersiva serokê Desteya Dergehên Sînorî ya Iraqê da û ragihand, sedema kêmkirina dahatên Iraqê "gendelî û destêwerdana milîsan e," ne Herêma Kurdistanê.

Wezareta Darayî bersiv da Bexdayê ku Serokê Desteya Dergehên Sînorî Omar Weli di rûniştineke Encûmena Nûneran a Iraqê de "bêyî amadebûna nûnerê Hikûmeta Herêmê û dûrî her urfeke yasayî, sedema kêmbûna dahatên dergehên Iraqê xiste stûyê Herêmê û hin tawanên bêbingeh li Herêma Kurdistanê kiribû.

Wezareta Darayî bi çend xalan bersiva tawanan da û eşkere kir ku eger dahata dergehên Iraqê kêm bûbe, sedemên wê ev in:

1- Gendeliya îdarî û darayî û nebûna desthilata hikûmetê li ser beşek ji dergehan.

2- Hevkariya bi qaçaxçî û serokêşîran re ji bo derbaskirina kelûpelan bêyî gumrik.

3- Wergirtina bertîlê û gendeliya birêxistinkirî di bin navê "tarkiyat" de ji barhilgiran.

4- Zêdekirina bacê bi awayekî neasayî (zêdetirî 30 qatî), ku bûye sedema guhertina rêyên bazirganiyê.

Tawana qaçaxçîtiyê û xalên gumrikê yên neyasayî

Derbarê tawana anîna kelûpelên qedexekirî de, wezaretê ev îdîa red kirin û got: "Berevajî vê yekê rast e; gelek kelûpel li Herêmê qedexekirî ne, lê belê ji dergehên Iraqê ve bi qaçaxî derbasî nav Herêmê dibin."

Herwiha wezaretê rexne li danîna xalên gumrikê yên wekî (El-Sedd, Çîmen û Dareman) girt ku di navbera bajarên Iraqê û Herêmê de hatine danîn. Wezaretê ev xal wekî "neyasayî û çavkaniya gendelî û bertîlê" binav kirin, ku dibin sedema wergirtina baca ducar ji bazirganan, tiştekî ku di tu yasayên cîhanê de nîn e.

Mûçe, neft û dîroka qurbaniyan

Di beşeke din a daxuyaniyê de, wezaretê bersiva axaftinên Waeli ya derbarê mûçe û nefta Besrayê de da û got: "Şandina para Herêmê mafekî destûrî ye û ne xêr e. Dewleta Iraqê li ser nefta Kerkûk û Kurdistanê hatiye avakirin dema ku nefta Besrayê hîn nebû, lewma divê Iraq qerebûya tawanên rejîmên berê ya li dijî Kurdan bike, ne ku 'minetê' li ser me bike."

Wezaretê destnîşan kir, di dema şerê DAIŞê û serdema Koronayê de Iraqê mûçeyê xelkê Kurdistanê birîbû û wiha pê de çû: "Ji 94 trilyon dînarên para Herêmê yên 7 salên borî, tenê 33 trilyon dînar hatine şandin."

"Diziya Sedsalê" û hişyariya yasayî

Di dawiya daxuyaniyê de, Wezareta Darayî pirsî: "Eger kêmbûna dahatê li ser stûyê Herêmê ye, nexwe kî berpirsê 'Diziya Sedsalê' û destêwerdana di sindoqa çavdêriya civakî de ye?"

Wezaretê amadehiya xwe ji bo hûrbînî û şafafiyetê nîşan da û hişyarî da ku mafê wan e rêkarên yasayî li dijî her berpirsekî bigirin ku tawanên bêbingeh bixe stûyê Herêma Kurdistanê.