Tirkiye temamê seferên bo Iraqê da rawestandin

Dîroka Weşanê :
Tirkiye temamê seferên bo Iraqê da rawestandin

PeyamaKurd – Tirkiyê biryarê da ku temamê seferên bo balafirgehên Iraqê bide rawestandin. Rayedarê Iraqê bo Rûdawê ragihandiye ku di derbarê rawestandina seferan de ti agahiyê nedane wan û sedemê nizanin.

Rêvebirê dan û sitendinên rêvebiriya balafirgehên Iraqê Ahmed Wahid ragihandiye ku tenê dane zanîn ku seferên balafiran ji Tirkiyê bi fermî rawestiyane. Wahid got:

“Ji aliyê Tirkiyê ji me re hat gotin ku ji balafirgehên Tirkiyê bo Iraqê û ji Iraqê bo Tirkiyê temamê seferan dane rawestandin. Sefer, heya zemanekî nediyar rawestiyane û em heya niha sedema biryarê nizanin.”

Berya biryarê, sefera dawiyê ji Bexdayê bo Tirkiyê seet di 13.17an de hatiye kirin.