PeyamaKurd – Wezareta Xezînê ya Amerîkayê ragihand ku kesên li Îranê şiddetê li ser çalakvanan kirine û rayedarên ewlehiya Îranê xistine nav lîsta dorpêça DYAyê.
Li gor daxwuyaniya wezaretê, kesên bi şiddetê bersiva daxwazên xelkê Îranê didin û tora bankevaniya Îranê xistiye hedefa xwe. Wezaretê got:
“Xelkê bi daxwaza azadiyên bingehîn û ewlehiya aboriyê daketine kuçe û kolanan û bo endazayarên doza ser milletê givaşan danîne.
Her weha ew kesên ku dahatên Îranê didizin û perê xwe sipî dikin, li hemberê tora bankevaniya wan jî me givaşan daniye ser wan.”
Di navbera rayedarên Îranê de, sekreterê giştî yê konseya bilind yê ewlehiya Îranê Ali Laricani jî heye ku dixwaze daxwazên rewa yên xelkê Îranê bi şidddetê bitepisîne.
Di daxwuyaniya wezaretê de heye ku bersiva çalakvanan bi fişekên heqîqî bersivandine û xelkê Îranê ji jiyanê û azadiyê bêpar hiştine.
Di lîsta givaşê de navên wekî yên Muhammed Riza Haşimifer, Nimetullah Bakirî, Azizullah Melekî û Yadullah Bualî hene.
Di nav lîstê de ji tora bankavaniyê Bank Melli, Shahr Bank û 18 dezge û kes hene.