Zêbarî: “Kurd divê li Bexdayê bibin yek”

Zêbarî: “Kurd divê li Bexdayê bibin yek”

PeyamaKurd - Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, beşdariya kurdan di hilbijartinên Iraqê de girîng e. Kurd divê li Bexdayê bin da ku mafên xwe yên Destûrî bistînin û biparêzin.

Endamê polîtburoya PDKê Hoşyar Zêbarî, ji radyoya Dengê Amerîka re derbarê hilbijartinên Iraqê de nirxandin kir, beşdariya kurdan di hilbijartinên Iraqê de girîng e. Kurd divê li Bexdayê bin da ku mafên xwe yên Destûrî bistînin û biparêzin.

Hoşyar Zêbarî diyar kir,ku rola kurdan di avakirina Iraqa nû de gelekî bihêz bû lê mixabin piştî sala 2012, rayedarên Bexdayê dest bi lawazkirina rol û pêgeha kurd li Iraqê kirin.

Herwiha Zêbarî îfade kir, ku hêz û giraniya kurdan her maye lê ne mîna berê ye ji ber ku rewş hatiye guhertin û gotiye, hebûna gelek lîsteyan di hilbijartinan de bi sûda kurdan nîne, kurd divê li Bexdayê bibin yek û bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinan bibin.

Li ser pirsa: Gelo di navbera referandom û hilbijartinên Iraqê de tu nakokiyek heye?  Zêbarî diyar kir, em tu nakokiyekî nabînin. Ji ber ku referandom dengê Kurd bû bo mafê destnîşankirina qedera xwe. Niha jî em dixwazin biçin Bexdayê û li wir berjewendiyên gelê xwe biparêzin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin