PeyamaKurd – Çiyayên Andê dikeve navbera dewleta Arjantîn û Şiliyê û rêzeçiya ye. Li parzemîna Amerîka Latîni ye. Di seha Filo del Sol xebatên hatin kirin derxistin ortê ku bi mişqdarê zêde cûre madenan keşif kirine ku di nav wan de zêr, baqir û zîv hene.
Li gor texmînên niha; di sehayê de 907 ton zêr, 13 milyon ton baqir û 18 hezar û 600 ton zîv heye. Xebatên nûh yên sondajê nîşan didin ku dibe miqdarê madenên navborî ji ya texmînên niha zêdetir be.
Di sehayê de, di ser 400 bîran de kolane û doneyên bi dest xistine, ji texmîna berê, miqdarê hebûna madenên navborî 5 car li wan e. Bi taybetî di kûrahiya bin erdê de hebûna madena baqir gelek zêde ye.
Rayedarê şîrketa madenkariyê yê şîrketa Lundin Mining Jack Lundin ragihand ku seha navborî, di 30 salên dawiyê de keşfekî herî girîng e.
Pispor dibêjin ku madenên heyî ne tenê ji aliyê aboriyê de lê ji aliyê vegerandina enerjiyê de jî xwediyê girîngiya stratejîk e. Madena baqir di alavên elektrîkê, turbînên bayê, dana sîstemên enerjiyê de tê bikaranîn. Zêr di alavên elektronîk, telekomunîkasyon û sanayiya fezayê û gelek sehayên din de tê bikaranîn.
Lê seha Filo del Sol, li Çola Atacama ye û ji deryayê 5 hezar metre bilind e. Birina alavan ya ji bo sehayê û hem ewlehiya herêmê gelek zahmet e.