McDonald's, li Rûsyayê 850 xwaringehên xwe digre

McDonald's, li Rûsyayê 850 xwaringehên xwe digre

PeyamaKurd – Şîrketa McDonald's ku xwarinên bilez amade dike, weka bersiva êrîşa Rûsyayê ya ser Ûkraynayê ji bo demkî 850 xwaringehên xwe yên li Rûsyayê digre. Rêvebirê di asta bilind de Chris Kempczinski li ser mijarê ji bo xebatkarên McDonald'sê û xwediyên franchise re li ser e-postayê peyam şand û got ku li Rûsyayê 62 hezar karker di karê wan de dixebitin.

Kempczinski got ku 30 sale li Rûsyayê bi amadekarên Rûsya û bi sedan kesên lokal re dixebitin û nikarin êşa mirovî ya ku li Ûkraynayê çêdibe piştguh bikin. Kempczinski weha got:

"McDonald's, biryarê daye ku temamê xwaringehên xwe yên li Rûsyayê ji bo demkî digre. Em ê mehaneyên temamê xebatkaran bidin. Em nizanin em ê kengê xwaringehên xwe vekin. Em ji bo tîma xwe ya Ûkraynayê desteka darayî didin û dewam dikin mehaneyên wan didin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin