PeyamaKurd – Şîrketa mezin ya qehwê Starbucks ku navenda wê Amerîkaye, li Amerîka Bakûr ji ber ku karê wan geş nîne û asta ku dixwazin negihanê, 250 beşên xwe digrin.
Li gor rojnama Oksijenê; rêvebirê operasyonan yê şîrketa Starbucksê Mike Grams, di raveya xwe de gotiye ku bi îstîqrar nikarin xizmetê bidin muşterî û xebatkaran, nikaribûne xwe bigihînin asta performansa ku şîrket dixwaze û wê 250 beşên şîrketê bigrin.
Grams, ragihand ku 250 beşên bên girtin, li gor 18 hezar beşên şîrketê ku li Amerîka Bakûr dixebitin, dike %1ê wan. Grams, behsa bandora xebatkar û muşteriyan kir û got:
“Bireyarekî zahmete ku mirov beşekî şîrketê bigre û ez dizanim ji bo xebatkaran, muşteriyan û civakê jî dê zahmet were. Lê dema şîrket potfoyê îdare dike, her sal hinek beşan digre û maxazayên nûh vedike. Tevî biryara girtinê jî soza me ya dewama mezinbûna li Bakûrê Amerîkayê dewam dike.