Li Hurmizê êrîşê tankêra Îmaratê ya şîrketa ADNOCê kirin

Li Hurmizê êrîşê tankêra Îmaratê ya şîrketa ADNOCê kirin

PeyamaKurd – Tankêra aîdê Îmaratan ya şîrketa petrolê ya Abu Dabiyê (ADNOC) di êvara do de, dema di Tengava Hurmizê de derbas dibû ket ber êrîşa Îranê.

Ajansa fermî ya Îmaratan WAMê do daxwuyanîyê li ser êrîşê da û got ku di rûdanê de birîndarî an mirin nebûye.

2 roj berê jî di Tengava Hurmizê de Îranê êrîşê ser 2 tankêrên Îmaratan kiribû û Îmaratan êrîşê bi dijminahiyê bi nav kiribû.