Rusya: Em dikarin bi S-300an seha hewayî bigrin

Rusya: Em dikarin bi S-300an seha hewayî bigrin

PeyamaKurd- Piştî xistina balafira Rûsyayê ji aliyê Sûriyê de, Rûsya biryar da ku sîstema S-300 ya sîstema parastina hewayî bişîne Sûriyê û Rûsya bi rêya S-300an dê bikaribe sehayên hewayî yên ku bixwaze bi temamî bigre.

Wezareta karên derve ya Rûsyayê ragihand ku dê sîstem ne dijberiyê lê aramî û îstîqrarê bîne herêmê.

Medya Sûriyê jî ragihand ku serokê dewleta Sûriyê Beşer Esed li ser sîstema S-300an bi Putin re hevdîtinan kiriye. Çapemeniya Sûriyê dibêje: “Rûsya plan dike ku sîstema hewayî ya parastina Sûriyê xurt bike.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin