PeyamaKurd- Di çarçoveya GAP ê de, ji bendava Firatê tunel hatibû çêkirin û 4 sal berê avê dabûn Deşta Sûrûcê. Tunela ku tê de av tê, gelek dirêje û di dinyayê de tunela herî dirêj ya avdayînê ye. Rêvebiriya Karên Avê yê Dewleta Tirkiyê beşa bajarê Rihayê ragihand ku hewa herêmê germ bûye û wan di sezona nû de, ava ewilî daye Deşta Herranê û paşî Deşta Sûrûcê.
4 sal berê dema av hate Deşta Sûrûcê, xelk êdî karibû erdê xwe av bide, çandiniyên xwe yên avî bike û hetta dikare avê bide darên fistiqên xwe. Dema tunela avdayînê vebû, ew sal karibûn îş bidin 112 hezar kesî.
Niha 562 hezar û 950 dekar arazî bûye avî. Piştî avakirina kanal û tunelê biqede, wê karibin avê bidin gelek deveran û jimara xebatkaran wê zêdetir bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin