PeyamaKurd - Dadgeha Îdarî ya Mêrdînê ya Duyemîn, serlêdana şaredarê hilbijartî yê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk a ‘rawestandina birêvebirinê’ya qeyûmê tayînkirî, bi piraniya dengan red kir.
Ahmet Turk ku di 19ê Tebaxa 2019an de li ser biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê erka wî ya şaredariyê jê hatibû standin û li şûna wî qeyûm hatibû danînin, serî li dadgehê dabû ku rêveberiya qeyûma bajar were rawestandin.
Hat ragihandin, heyeta dadgehê piştî ku hefteya borî parastina xwe ji heyeta dadgehê re şand, dadgehê biryara xwe da û serlêdana Turk bi piraniya dengan red kir.
Heta niha li ser 20 şaredariyên HDPê yên bajar û bajarokên bakurê Kurdistanê qeyûm hatine danîn û proseya destdanîna ser şaredariyan îro 13ê Mijdarê jî bi 4 şaredariyên din berdewam kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin