Hikûmeta Iraqê ji bo ‘Herêma Kesk’ hisyarîya karesatê da

Hikûmeta Iraqê ji bo ‘Herêma Kesk’ hisyarîya karesatê da

PeyamaKurd - Berdevkê Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, Lîwa Rûkîn Ebdulkerîm Xelef ragihand ku metirsiya rûdana karesateke mezin li Bexdayê heye.

Lîwa Rûkîn Ebdulkerîm Xelef  ji medyaya Iraqê re da xuyakirin ku xwepêşanderan lastîkên Pirda Komarî şewitandine.

Xelef hişyariya metirsiya mezin a li ser Pirda Komarî da û got, divê haya xwepêşanderan ji wê metirsiyê hebe.

Hêjayî gotinê ye, xwepêşander hewl didin ji ser Pirda Komarî derbas bibin û herin Herêma Kesk, lê hêzên ewlekariyê rê nadin xwepêşanderan û bi gazên rondikrêj û çekan rê li ber xwepêşanderan digirin.

Xwepêşandanên Iraqê ji 2yê Cotmehê ve berdewam dikin û heta niha bêhtirî 100 kesî hatine kuştin û bi hezaran jî birîndar çêbûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin