‘HSDê dest danî ser avahiyên hikûmeta Sûriyê’

‘HSDê dest danî ser avahiyên hikûmeta Sûriyê’

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li dijî rêveberiya Şamê gavek avêt û li Hesekê dest danî ser avahiyên hikûmeta Sûriyê ku wê wan avahiyan bi hevkariya Amerîkayê bikin navendên hêzên ewlekariyê.

Li gorî nûçeya medya erebî ku PeyamaKurd wergerandiye, şervanên HSDê li Hesekê êrîşî ser avahîyên hikûmeta Sûriyê yên li devera El Zahour kirin û piştî kesên li wan saziyên dewletê dûr xistin jî ew avahî kirin navendên hêzên ewlekariyê.

Li aliyê din jî artêşa Sûriyê operasyon û êrîşên xwe yên li herêmên din ên Sûriyê li dijî hêzên opozisyonê berdewam dike ku di nav 24 saetên dawî de li wan herêman pêşketin bi dest xistin û bi dehan kes jî mirin û birîndar bûn.

 ‘Li Hesekê avahiyên hikûmetê hatin kontrolkirin’

Di nûçeya navborî de hat gotin ku HSDê avahiyên rejîma Sûriyê bi kordînasyona Amerîkayê kontrol kirin û piştre jî ew veguherandin navendên hêzên ewlekariyê ku ev jî bo rêveberiya Şamê gefek e eşkere ye.

Herwiha hat diyarkirin ku hêzên Amerîkî jî di operasyona HSDê de alîkarî kirine.

HSD ku şirîka Amerîkayê ye li Sûriyê, heta niha li dijî terorîstên DAIŞê serkeftinên mezin bi dest xistine û gelek herêm li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê xistine jêr kontrola xwe.

Werger | PeyamaKurd

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin