Pompeo: Qraliyet di Rojhilata Navîndê hêzeka girîng e

Pompeo: Qraliyet di Rojhilata Navîndê hêzeka girîng e

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo goterekî bo rojanama Amerîkayê ya bi navê Wall Street Journal nivîsand û tê de ragihand ku Trump dixebite da ji nû de hevkariya Amerîka û Qraliyetê ava bike û li Washingtonê her dû alî; komarî û demokrat di mijara sîcîla mafên mirovan de qraliyetê rexne dikin lê di vê mijarê de destekeka zêde tine. Lê divê nê jibîrkirin ku kuştina Cemal Kaşıkçı li Capitol Hillê bala çapemeniyê zêde dikşîne.

Pompeo got ku ne raste têkiliyên Amerîka û Erebistana Si’ûdiyê têk here û bo ewlekariya netewî ya Amerîkayê, ev xetayeka mezine. Pompeo weha got:

“Qraliyeta Erebistanê di Rojhilata Navîn de bo aramiyê hêzeka mezine. Erebistan dixebite da demokrasiya Iraqê ya bê awa bixe bin ewlehiyê û Bexda ne bi Tehranê ve be lê bo bi rojava re be dixebite. Riyad bi welatên der û dor re dixebite, bi Misrê re di nava têkilyeka nêz de ye û bi Îsraîlê re têkiliyên xurt datîne da ew koçberên ku ji şerê Sûriyê reviyane, wan karibe îdare bike.”

Pompeo got ku Erebistan di heman wextê de bi DEAŞê re têkoşînê dide, bi Amerîkayê re li dijî rêxistinên terorê hevkare ku bi mîlyon dolaran alîkarî dike û weha dewam kir:

“ Erebistana Si’ûdiyê mifta ewlekariya hilberîna petrolê, îstîqrara aboriyê, refaha herêmê û enerjiya kureyiye.”

Di mijara Kaşıkçı de Pompeo, Obama û refdarên wî rexne kir û got Îran bi sedan Amerîkayiyan û bi hezaran mirovan kuştiye û li dijî xelkê xwe bê merhamete, lê Obama xwe nêzî Îranê dike. Gelo ev tişteka tesadufiye? Pompeo di gelek mijaran de bi berfirehî şiroveyan bo rojnamê kiriye lê di mijara Erebistanê de raste rast dibêje ku bele Erebistan şaşe Kaşıkçı kuşti lê her tişt li ser jiyana mirovekî nayê avakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin