PeyamaKurd- Cîgirê wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Patrick Shanahan ragihand ku ne raste dê ê 5 hezar an 10 hezar leşker bişînin Rojhilata Navîn lê dibe ku ew îlawe leşker bişînin. Shanahan ragihandina xwe, di berya bi cîgirê wezîrê karên derve yê Vîetnamê re bicive kir. Shanahan got ku ew di mijara Îranê de bi fermandarê giştî yê navendî (CENTCOM) yê Amerîka re di nava pêwendiyê de ne.
Shanahan bo pêşdeçûnên nû û tedbîrên ku bên girtin got ku dê bi serokerkanê Amerîkayê re bi orgeneral Joseph Dunford re bicive û jê çend brîfîngan bigre û weha dewam kir:
“Niha mijara ku em li serê disekinin, di Rojhilata Navîn de em têra xwe xwediyê hêzên parastinêne an na. Eger guherînekî çêbibe, ez ê bi were parvekim. Em dixwazin ji hesabên Îranê yên ku şaş bikin, xwe dûr bixin. Karê me ew e ku em wan ji hesabên wan yên şaş vegerînin. Ev ne pêwendîdarê bi şer ve ye. Di Rojhilata Navîn de wezîfeyên me hene. Em dixwazin bazara serbest hebe, herkes karibe di bazarê de bigere. Li Sûriyê û Iraqê têkoşîna bi terorê re, li Yemenê têkbirina El-Qaîde û paşî parsatina Îsraîl û Urdunê. Dibe ku em îlawe qewwet jî bişînin Rojhilata Navîn.”
Shanahan got ku gelek normale bi fermandarê CENTCOMê trafîka hevdîtinan zêde be û weha got:
“Bi sedema dînamîkên Rojhilata Navîn, niha em di asta herî bilind ya ewlekariyê de ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin