Ryanair 600 seferan betal kir

Ryanair 600 seferan betal kir

PeyamaKurd- Bo zêdekirina mehaneyan û perên din yên pîlot û tîmên kabînê, bo başkirina şert û mercên xebatê, bo payebilindkirina kesan ku wan ciyan heq nakin û di gelek mijarên din de xebatkarên Ryanairê diçin grevê.

Hetta pîlot û hostesên balafiran, vexwarin û xwarina xwe ji kîsên xwe dixun û vedixun. Bi sedema grevê 600 sefer hatin betalkirin û wê 50 hezar rêwî jê bandorê bibînin. Seferên betalkirî yên di nava hefteyê de ne.

Şîrket di ser hesabê xwe yê Tweeterê de dibêje bi taybetî Belçîka, Portekîz û Îspanya wê ji seferan bandorên neyînî bibînin.

Ryanair dibêje ku sedema herî girîng bo pîlot û tîma kabînê; zêdekirina maaşan û perên nexweşînan tê. Bo xebatkarên firê, bo salê 40 hezar Euro pere dane û ev grev tenê bo planên malbatan yên diçin tatîlê biherimînin dikin.

Rêvebirên şîrketê dibêjin; rêwiyên ku bi sedema grevê tade li wan bibe hatine agahdarkirin û dikarin ji nû de rezervasyonan bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin