Şîrketa Fast-foodê ji ber deynan xwe tesfiye dike

Şîrketa Fast-foodê ji ber deynan xwe tesfiye dike

PeyamaKurd – Şîrketa Fast-foodê bi sedema 1,4 milyar dolar deynê wê heye, seredana parastina îflasê ya dadgehê kir. Şîrketa fast-foodê ya Amerîkaye di bin sîwana şîrketa Fat Brandsê de seredana xwe kir.

Dadgeha îflasê, plana ji bo şîrketê ya ji nûh de xwe ava bike û heyiyên xwe bifroşe, tesdîq kir. Demekî dirêje ku pêvajoya dadgehê dewam dike û bi dayîna biryarê re, ber li bicîhanîna pêvajoya îflasê vebû, piraniya malên şîrketê yên markayan dewrî kirîyoxên ji hev cuda kirin.

Di çarçova plana ku dabûn dadgehê de, heyiyên şîrketa Fat Brandsê di meha Gulanê de, bi 4 beşên cuda derxistin ber firotinê. Piraniya şîrketê dewrî deyndaran kirin û piraniya deynan jî kirin sermaya esasî.

Marka Twin Peaksê ya dibin sîwana şîrketa Fat Brandsê de firotin grûbekî tehwîlê. Plan dikin ku paşî dewrî grûba veberhênanê ya franchise bikin.

Beşa Hot Dog on a Stickê firotin Amazing Brands ya navenda wê Las Vegas e û bi 8 milyonan firotin.

Elevation Burger bi 2,5 milyon dolarî firotin şîrketekî ku navenda wê ku Kuweyt e.

Li gor agahiya ku Restaurant Business daye; di çarçova plana ku dadgehê qebûl kiriye, ji ber dibe di derbarê CEOyê şîrketê yê berê Andy Wiederhorn de doz vebin, ji bo wî jî budçeyekî veqetandin.

Dadgerê dadgeha îflasê Alfredo Perez îtîrazên di pêvajoya îflasê de rave kir û ji bo şîrket ji pêvajoyê derê û pêvajo pêşde here, îznê da.