PeyamaKurd- Kompaniya Bazarkirina Petrola Iraqê (SOMO) ragihand ku, di sê mehên borî de 19 milyon bermîlên petrolê ji Herêma Kurdistanê hatiye hinarde kirin û da xuyakirin, ew li gorî peymana ku hatiye kirin li ser wergirtina petrola Herêma Kurdistanê berdewam in.
Rêvebirê Giştî yê SOMOyê Elî Nizar Şeterî, îro 15ê Çileyê ji Ajansa Waê ya Nûçeyan a Iraqê re ragihand: “Pêvajoya wergirtina petrola Herêma Kurdistanê li gorî wê peymana hatiye kirin berdewam e. Tekez jî kir: Hemî alî bizavê dikin ku pabendî bicihanîna bendên wê peymanê bin, li gorî wan şert û mercên xebitandinê yên ku ji bo zeviyên petrolê û pêvajoyên lojîstîkî hatine diyarkirin.”
Şeterî got: “Ew petrola ku ji destpêka bicihanîna wê peyamnê ve li roja 27ê Îlona 2025ê heta dawiya Berçileya 2025ê hatiye wergirtin û hinardekirin gihîştiye nêzîkî 19 milyon bermîlan. Hejmara mehane jî nêzîkî 6 milyon bermîlan e.”
Berpirsê SOMOyê diyar kir: “Xwezaya pîşesaziya petrolê ya cîhanî guhertinan di rêjeyên hilberîn û hinardekirinê de çêdike, ev jî ji ber guhertinên teknîkî û karpêkirinê ye. Ew petrola ku mehane ji Herêma Kurdistanê tê wergirtin û rêjeya wê di nav tevahî hinardekirina Iraqê de, bi rêjeyeke sade tê guhertin û di sînorê pejirandî de ye, li gorî pîver û rêkarên navneteweyî yên pîşesaziya petrolê.”
Hêjayî gotinê ye, Bexda, Hewler û şîrketên petrolê roja 22yê Îlona 2025an peymaneke sêalî ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê îmze kiribûn û dema wê peymanê jî heta dawiya sala 2025ê bû.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî doh 14ê Çileyê di civîneke rojnamevanî de li ser îhtîmala dirêjkirina wê lihevkirinê got: “Peymana di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de di destpêkê de ji bo sê mehan bû; heke di nav sê mehan de tu aliyan têbînî li ser nebûn, hingê ew peyman dê bi rengekê otomatîk careke din bê nûkirin."
Ji 27ê Îlona 2025ê heta 31ê Kanûna 2025an, 19 milyon û 594 hezar bermîlên petrola Kurdistanê ji aliyê şîrketa SOMOyê ve hatine hinardekirin û dahata wê hemû çûye ser hejmara Wezareta Darayî ya Iraqê, bi vî rengî jî mûçeyan fermanberan bi rêjeya 70% ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve têne dabînkirin.