Tirkiye | Asta birçîbûnê ji mehaneya herî kêm jî derbas kir

Tirkiye | Asta birçîbûnê ji mehaneya herî kêm jî derbas kir

PeyamaKurd – Li Tirkiye û bajarê Bakurê Kurdistanê, ji ber krîza ku zêdetirî salekê ye derketiye rewşa aborî û debarê ya jiyana xelkê her diçe xirab dibe.

Herî dawî îro 29ê Tebaxa 2022yan Konfederasyona Sendîkayên Karkeran (Turk-İş) daneyê dawî yên debara welatiyan belav kir.

Li gorî daneyên Turk-Îşê asta birçîbûnê ku dikeve bin asta hejariyê ji mûçeyê herî kêm yê fermî 5,500 lîreyê derbas kiriye û piranî jî sedema wê zêdebûna bihayên xurekan e.

Turk-Îşê eşkere kir ku li gorî meha borî asta birçîbûnê ji sedî 0,73 zêde bûye û gihîştiye 6,890 lîreyê tirkî.

Li gorî amarên Turk-Îşê yên beriya niha belav kiribûn asta hejariyê jî li Tirkiyê 22 hezar û 442 lîreyê tirkî ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin