Tirkiye û Iraqê li ser diravên bazirganîyê li hev kir

Tirkiye û Iraqê li ser diravên bazirganîyê li hev kir

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Tirkiye û Iraqê li ser berdewama bazirganiya navbera herdu welatan bi diravên Euro, TL û Dînar li hev kir.

Di daxuyaniya 2yê Kanûnê ya Banka Navendî ya Iraqê de, hurgiliyên serdana şanda nûnerên Banka Navendî û sektora bankî ya Iraqê bo Stenbolê hatin belavkirin.

Hate diyarkirin ku di serdanê de pirsgirêkên bazirganiyê hatine axaftin û herdu aliyan li ser lihev kiriye ku di bazirganiyê de Euro, lîreyê Tirk û Dînarê Iraqî bê bikaranîn.

Herwiha hate gotin ku li golî plana hatiye kirin, dê hêsankarî bo bazirganiya herdu aliyan bêne kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin