PeyamaKurd- Şîrketa kevin û mezin ya bi navê Toshiba ragihand ku wê gelek mal û mulkê xwe bifroşe û 7 hezar kesî ji kar derxe. Temenê wê 143 sale û şîrketeka Japoniye.
Sedema derxistina karmendan xwe weka bo ji nû de xwe birê bixe û xwe nûjen bike nişan da. Lewra gelek hebûnên xwe difroşe. Lê ecêbe piştî ragihandinê parên Toshibayê %13 zêdetir bûn.
Li gor ragihandina şîrketê; wê li Brîtanyayê para xwe ya nukleer enerjiyê û li Amerîkayê para xwe ya LNGê ku xaza xwezayî dikin av, wê bifroşe.
Ev nûkirin û nûjenkirina Toshibayê wê 5 sal dewam bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin