TUSAŞ: TEI, sîparîşa bi miqdarê 2,95 milyar dolarî ya îxracatê sitend

Dîroka Weşanê :
TUSAŞ: TEI, sîparîşa bi miqdarê 2,95 milyar dolarî ya îxracatê sitend

PeyamaKurd – Rêvebirê giştî tê TUSAŞê Mehmet Demiroğlu pîrobahiyê li sîparîşa TEIyê ya di seha motora hewageriyê de kir ku TEI bi miqdarê 2,95 milyar dolarî sîparîşa derve ya îxracatê sitendiye û got ku ev sîparîş bo sala 2026an hêvî dide mirovan.

Mehmet Demiroğlu daxwuyaniya xwe di ser hesabê medya civakî de kir û weha got:

“Ortaxê TUSAŞê TEI hêj di serê salê de, di seha motora hewageriyê de, serkeftina îxracatê ya bi 2,95 milyar dolarî ku sitendiye, di mijara hilberîna motorê de, di kalîtê û şiyanên wê de mijarê erê dike. Ev destpêka xweş baweriyê da me ku wê sala 2026an di seha bergiriyê de wê salekî tije be.

Bi vê serkeftinê em temamê wezaret, endazyar, teknisyen û xebatkarên xwe pîroz dikin û sipasiya wan dikin.”