PeyamaKurd – Hêzên dewleta Îranê polîs û leşker di wexta protestoyan de çalakvanên Kurd, jin, zarok û bineciyên Lorê jî di nav de 29 kesan xistine bin çav.
Di nava wan de ji bajarên Esfarayen, Dehloran, Darrehşahr, Izeh, Baghmalek, Yasuj û ji bajarê Kermanşanê 14 Kurd, 7 Lor, 7 ji wan jin û 2 zarok hatine binçavkirin.
Li gor agahiyên Hengawê, roja Pêncşemê li Lorê ji bajarê Baghmalekê Pezhman Pegah û ji Izehê Pouria Key Şams (20) û Hesam Muhammadi (16) xistine bin çav.
Di heman rojê de, ji bajarê Îlamê ji devera Darrehşahrê 2 Kurd yên bi navên Bijan Karimiyan (21) û Muhammed Hasanwand (21) ji aliyê hêzên asayîşa Îranê de xistine bin çav.
Di heman şevê de, li Xorasana Bakûr ji devera Esfarayen Kurdê bi navê Ali Ghoidel jî xistine bin çav.
Di 31.12.2025 an de li Dehloranê hêzên Îranê herî kêm 10 Kurdan xistine bin çav. Navên wan Akbar Derwêşî, Aref Darwêşî, Muhammad Hawasi, Sepehr Salehi, Amir Raûfî, Îhsan Maleki, Milad Kiadi, Farzad Shokri, Abolfazl Shadfar û Şarif Azad in. Her weha ji Darreh Şahrê Şayan Asl-Marz (18) jî hatiye girtin.
Ji eyaleta Xorasanê ji Sabzewarê, Metin Koshkbaghi (23), ji Yasujê çalakvanê Lor Razieh Xaheş û ji Kermanşanê çalakvanê Kurd Salman Mirzayî xistine bin çav.