PeyamaKurd – Rêjeyên nûfûsê yên Neteweyên Yekgirtî hatin belav kirin û li gor rêjeyan jimara nûfûsa dinyayê di sala 2025an de gihaye 8 milyar û 200 milyonî. Li gor rêjeyan %59ê nûfûsa dinyayê li parzemîna Asya dijî, %19ê wê li Afrîka, %9ê wê li Ewrûpa, %8ê wê li Amerîka Latînî û Karayîpan û %5ê wê jî Bakûrê Amerîka dijî.
Ev rêje di sala 1998an de 6 milyar, di sala 2010an de 7 milyar, di sala 2022an de 8 milyar û îro jî di navbera 8 milyar û 200 milyonan heya 8 milyar û 300 milyona ye.
Rêjeyên texmînî ji aliyê platforma îstatîstîkan ji aliyê Worldometer de hatine amadekirin.
Li seranserê dinyayê jimara dewletên ku ji 100 milyonan derbas dibe 16 dewletin. Ji aliyê nûfûsê de Çîn (1,46 milyar) û Hindistan (1,41 milyar) her yek ji milyarî derbas dibe û 1/3 nûfûsa dinyayê ye.
Piştî her dû dewletan DYA bi 347 milyonî, 285 milyonî Endonesya, bi 255 milyonî Pakistan û bi 237 milyonî Nîjerya Afrîka tê.
Nûfûsa Almanya ji 80 milyonî derbas dibe lê her diçe nûfûsa ciwan ya Ewrûpayê kêm dibe. Lê nûfûsa Çînê her diçe kêm dibe. Nûfûsa Îtalyayê her diçe pîr dibe.
Di dinyayê de bajarê herî qelebalix bi 42 milyonî payîtexta Endonesyayê Cakarta ye. Di pey de jî payîtexta Bangladeşê Dakka bi 37 milyonî taqîb dike. Tokyo bi 33 milyonî di pey wan de tê.