Xebatên projeya avê ya Goptepe-Çemçemalê berdewam dikin

Xebatên projeya avê ya Goptepe-Çemçemalê berdewam dikin

PeyamaKurd – Projeya avê ya Goptepe- Çemçemalê yek ji projeyên stratejîk ên kabîneya 9em a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Ev proje dikare di saetekê de 3 hezar û 400 metre kup av hilberîne û rojane di 20 de dikare 60 hezar metre kup av ji bo kurdistaniyan dabîn bike ku tê çavêrekirin pirsgirêka kêmaviyê li navçeya Çemçemalê û derdora wê bi dawî bibe.

Projeya avê ya Goptepe di heyama 720 rojan de dê bê temam kirin. Di qonaxa yekem de av dê ji Çemê Zê yê biçûk dê bê wergirtin û piştî parzûnkirinê, dê ji bo navçeyên Çemçemal, Axceler, Tekiye û Şoreşê bê şandin. 

Di qonaxa duyem de ava projeyê dê ji bo 32 gundên din jî bê hinartin.

Bi temambûna wê projeyê re ji bilî nemana pirsgirêka kêmaviyê, sektrora çandiniyê jî dê li Çemçemalê ji nû ve geşe bide û 32 gundên derdorê sûd û mifayê dê jê wergirin.

Ev nivîs 76 car hatiye xwendin.