PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di nava sê mehên bê de temamiya pêvajoya bankîkirina mûçeyên fermanberan bi rêya projeya "Hejmara Min" bi dawî dibe.
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê îro 23yê Hezîranê ragihand ku, di civîna dawiyê ya navbera şandeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de, biryar hate dayîn ku dema sê mehan bo temamkirina hemû rênimayiyên qeydkirina mûçexurên Herêma Kurdistanê Kurdistanê di nav projeya "Hejmara Min" de bê diyarkirin.
Hate diyarkirin ku li gorî biryareke Hikûmeta Federal, her fermanberekî Herêma Kurdistanê ku heta 31yê Tebaxa 2026an nehatibe qeydkirin û karta xwe ya bankî wernegirtibe, mafên wî yên darayî û mûçeyê wî dê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bên rawestandin û bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê neyên şandin.
Di daxuyaniyê de behsa wê yekê hate kirin ku heta niha 96% ji mûçexurên kerta giştî hatine qeydkirin û zêdetirî 862 hezar mûçexuran kartên xwe yên bankî wergirtine û mûçeyên xwe bi awayê dîjîtal bi rêya bankan werdigirin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû rêkarên pêdivî bo qeydkirin û bankîkirina mûçeyên hemû mûçexurên Herêma Kurdistanê bi cih anîne.
Di beşeke din a daxuyaniyê de hate gotin ku, daxwaz ji fermanberan tê kirin ku hay ji mobîlên xwe hebin, ji ber ku projeya Hejmara Min bi rêya sepanên WhatsApp û Viber û kurtenameyan wan haydar dike ku li bankeke diyarkirî kartên xwe werbigirin.
Wezîrê Darayî û Aborî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Awat Cenab Nûrî jî di bal kişand ser wê yekê ku çêkirina kartan ji dema qeydkirinê nêzîkî mehekê li cem bankan dikişîne; ji ber vê yekê daxwaz ji hemû rêveberiyên giştî û fermangehan kir ku bilez rênimayiyên pêdivî bi cih bînin daku piştrast bin ku hemû karmendên wan hatine qeydkirin.
Projeya "Hejmara Min" di sala 2023yan de ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve wekî beşek ji karnameya Kabîneya Nehem hat ragihandin, bi armanca modernkirina xizmetkariyên bankî û xurtkirina tevgiriya darayî li seranserî Herêma Kurdistanê.