PeyamaKurd- Hat îdîakirin ku kesê li Sûriyê êrîşî leşkerên Amerîkî kiriye û bûye sedema kuştina 2 leşkeran, wergêrekî Amerîkî û birîndarkirina 3 leşkerên din, bixwe endamê rêxistina Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) ango endamê hêzên ewlehiya Sûriyê ye.
Tê gotin ku piştî vê piştrastkirinê, wê rewşa herêmê û têkiliyên navneteweyî yên li Sûriyê bikevin ber guhertinên mezin.
Êrîşkar di nav hêzên ewlehiyê de bû
Li aliyê din Ajansa Reutersê da xuyakirin ku êrîşkar di nav hêzên ewlehiyê yên hikûmeta Şamê de bûye.
Reutersê li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Hundir a hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ragihandiye ku êrîşkar di hêzên ewlehiyê de xwedî pozîsyoneke rêbertiyê nebûye, lê diyar nekir ka ew endamek bû yan na.
Hêzên radîkal di nav HTŞê de hene
Derket holê ku di nav hêzên hikûmeta HTŞ'ê de komên radîkal hene ku dikarin bi awayekî rasterast êrîşî Hêzên Amerîkî bikin.
Di vê navberê de, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) daxuyanî da ku heke Koalîsyona Navneteweyî bixwaze, ew amade ne li wan deverên di bin kontrola HTŞ'ê de ne, çekdarên rêxistina DAIŞ'ê paqij bikin.
Wê ev êrîş guhertinên mezin bi xwe re bîne
Ev êrîş dê bibe sedema guhertineke mezin di stratejiya DYA'yê de, nemaze di warê parvekirina îstixbaratê ya bi Sûriyê re.
Tê payîn ku Washington ji bo paqijkirina van komên dijmin, fermaneke teqez bide serokê HTŞ'ê Colanî ango Serokomarê demkî yê Sûriyê Ehmed Şara.
Wê entegrasyona HSDê were bilezkirin
Herwiha piştî vê bûyerê, tê çaverêkirin ku ji bo lezkirina tevlîbûna HSD'ê ya Artêşa Sûriyê xebat bên kirin, ku dibe yekîneyên HSD'ê heta Şamê jî pêşde herin.
Li gorî nirxandinan, dîplomasiya herêmê bi van guhertinan re ber bi pêşerojeke nediyar ve diçe.