Danûstandina Ukrayna-Amerîka ya Berlînê bi hêvîsikestî bidawî bûn

Dîroka Weşanê :
Danûstandina Ukrayna-Amerîka ya Berlînê bi hêvîsikestî bidawî bûn

PeyamaKurd- Serokatiya Ukraynayê bi daxuyaniyekê ragihand ku danûstandinên di navbera şandên Ukrayna û Amerîkayê yên li Berlînê bi dawî bûn.

Berpirsekî agahdar da zanîn ku danûstandinkarên Amerîkayî hîna israr dikin ku, weke şertê danûstandinên aştiyê bi Rûsyayê re, Kiêv dev ji herêmên Donetsk û Luhansk ên her bi hev re navê Donbas têne binavkirin, berde. 

Ajansa AFPê ku agahiyên xwe dispêre berpirsê ji mijarê agahdar da zanîn ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn xakan dixwaze û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî ji Ukraynayê dixwaze ku ji wan her du herêman vekişe, lê vê daxwazê qebûl nake.

Li gorî AFPê, berpirs matmayîna xwe ji israra Amerîkayê ya girêdayî helwesta Rûsyayê ya derbarê Donbasê de nîşan da.

Ev agahî piştî hevdîtina 5 saetan a şandya Ukraynayê li Berlînê bi danûstandinkarên Amerîkayê re, bi serokatiya nûnerê Trump, Steve Wittkopf û zavayê serokê Amerîkayê Donald Trump Jared Kushner re, hatin parvekirin.

Kiêvê hêvî dikir ku Washingtonê razî bike ku bêyî tawîzdana Moskowê agirbest pêk were.