PeyamaKurd – Li Hewlêrê, ji bo kontrolkirina nirx û paqijiyê, tîmên ser bi Qaymeqamiyê ve serdana xwaringehên bajêr kirin. Qaymeqamiya Hewlêrê diyar kir, her xwaringehek pabendî rênimayiyan nebe û lîsteya xwarinên xwe bi Kurdî pêşkêş neke, dê bê girtin.
Komîteyên ser bi Qaymeqamiya Hewlêrê ve, ji çend roj beriya niha ve kempîneke berfireh ji bo kontrolkirina kafe û xwaringehên sînorê qezayê dane destpêkirin û paqijî û nirxên xwarinan û herwiha lîsteya xwarinên restorantan kontrol dikin.
Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd li ser vê daye zanîn: “Armanca me ev e dema xelk serdana xwaringehan dikin, hem xwarineke paqij bixwin û hem ji nirx û kalîteya xwarinan razî bin, lewma berdewam komîteyên me çavdêriya xwaringeh û kafeyan dikin.”
Herwiha Qaymeqamê Hewlêrê da zanîn, pêwîst e lîsteyên xwarinê yên hemû kafe û xwaringehan bi zimanê Kurdî hebe û navê xwarinan bi Kurdî di lîsteyan de bên nivîsandin û destnîşan kiriye: “Parastina zimanê Kurdî ji bo me pir girign e, lewma em hemû restorantan pabend dikin bi wê yekê ku zimanê Kurdî di lîsteya xwarinên wan de hebe, û eger her restorantek pabendî vê biryarê nebe, dê piştî agahdarkirinê bê girtin.”
Nebez Ebdulhemîd eşkere kiriye û gotiye: “Hefteya borî jî 10 xwaringeh û kafe ji ber pabendbûna bi paqijiyê, nebûna lîsteya xwarinan bi zimanê Kurdî, nebûna rêpêdana fermî û hin sedemên din hatin girtin.”
Qaymeqamê Hewlêrê diyar kiriye, ew li gor qanûnê tevdigerin û ew xwaringeh û kafeyên ku pabendî biryar û rênimayiyan nabin, ji bilî girtinê dê bi cezayên darayî jî bêne sizadan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin