Bloomberg: Îran zarokên Îskandînav ji bo kiryarên terorîstî bi kar tîne
PeyamaKurd – Li demeke ku bandora Îranê ya bi rêya milîsên wekîl li Rojhilata Navîn lawaz dibe, Îranê xebatên xwe yên li dijî welatên Ewropayê bi rêya torên medya civakî û kirêgirtina zarokan ji bo kiryarên terorîstî zêde kirin.
Tê ragihandin ku rejîma Îranê bi rêya torên cîvakî, zarokên welatên Îskandînavyayê bi taybet yên di bin temenê 15 saliyê de bi dayîna pere dixapîne û kiryarên terorîstî bi wan dide kirin.
Zarokên Norwêc û Swêdê ji bo kiryarên terorî dixapîne
Ajansa Bloomberg, raporek belav kiriye û tê de destnîşan dike, rejîma Îslamî ya Îranê bi awayekî berdewam, hewla xapandina zarokan bi taybet ên temenê wan di bin 15 salî de, li welatên Îskandînaviyê dide û bi dayîna pereyan wan ji bo encamdana kiryarên terorîstî li welatên Swêd û Norwêçê, dixapîne.
Pêwendî bi torên medya civakî tê kirin
Hatiye diyarkirin ku dema zarok tawanekê encam bidin li wan welatan lêpirsîn bo wan nayê kirin û rejîma Îranê jî vê yekê bi kar tîne û li torên civakî yên wek, “Telegram, Tiktok, WhatsApp û …hwd” pêwendîyê bi wan cure zarokan re datîne û li hember dayîna pereyan wan ji bo kiryarên terorîstî bi kar tîne.
Ji bo molotof kokteylekê 500, ji bo kuştinê jî 1500 euro
Hatiye diyarkirin ku rayedarên Îranê li hember avêtina her Kokteyleke molotofê de 120 euro û ji bo encamdana her kuştinekê jî hezar û 500 euro pêşniyarî wan zarokan dike.
Berpirsekî payebilind ê Yekîtiya Ewropayê daye zanîn, her çiqas li Rojhilata Navîn “Hemas û Hizbullah û … hwd” lawaz bûye jî metirsiya êrîşên terorîstî yên rejîma Îranê li Ewropayê kêm nekiriye.
Herî dawî êrîşî balyozxaneya Îsraîlê kiribûn
Hatiye bibîrxistin ku di Gulana 2024ê de piştî teqekirina li balyozxaneya Îsraîl a li Swêdê, polîsê wî welatî 2 zarokên temen 14 û 15 salî binçav kirin.
Swêdê bi eşkere rêjîma Îranê bi wê kiryarê tawanbar kir ku bi kirêgirtina tîmeke tawanê, êrîşî ser berjewendiyên Îsraîl li Swêdê de dike û yek ji wan tîmên tawankar jî “Foxtrot” e.
Ev nivîs 148 car hatiye xwendin.