Îranê Tengava Hurmizê ji Iraqê re jî qedexe kir

Îranê Tengava Hurmizê ji Iraqê re jî qedexe kir

PeyamaKurd - Endama Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Wefa Mihemed, ji kanala Sumeria News re ragihand: “Îranê daxwaza Iraqê bo rêdana bi keştiyên petrolê yên Iraqî di Tengava Hurmizê ya stratejîk re red kiriye.”

Endama PDKê diyar kir: "Iraq di dema dorpêçên aborî de wekî 'pişikên aboriya Îranê' bûye û hevkariyeka mezin bo Tehranê kiriye, bi awayekî ku heta petrola Îranê bi belgeyên sexte yên Iraqî dihat frotin."

Herwiha Mihemed got: "Niha aliyê Îranî ti hêsankariyê nake, berevajî wê, Tehran li ser wergirtina 12 milyar dolaran ji Iraqê li beranberî kirîna gaza Îranî rijd e, ku bi nirxekî duqat li ser Iraqê hatiye sepandin."

Wefa Mihemed tekez kir: “Nabe ew yek jî bê piştguhxistin ku di dema borî de çend caran berjewendiyên Iraqê di Tengava Hurmizê re ji aliyê dron û moşekên Îranî ve hatine armanckirin.”