PeyamaKurd - Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ), ji zarê çend berpirsên payebilind ên Amerîkayê ragihand ku Serokê DYAyê Donald Trump ji bo neçarkirina Tehranê bo vegera ser maseya gotûbêjan û qebûlkirina şertên Washingtonê, fermana êrîşeke nû ya leşkerî daye.
Li gorî zanyariyên berpirsan, tê çaverêkirin ku ev operasyon di dawiya vê hefteyê de dest pê bike û çend rojan berdewam bike.
Trump ji rojnamevanan re piştrast kir ku ew dixwaze êrîşeke tund li dijî Îranê bide destpêkirin ji ber ku ew bawer dike ev pêngav dê rêjîma Îranê lawaz bike û Tehranê neçarî paşvekişînê bike.