Enqere: Dibe ku pêwendiya Bafel Talabanî ya bi PKKê re bibe sedema encamên operasyonel

Enqere: Dibe ku pêwendiya Bafel Talabanî ya bi PKKê re bibe sedema encamên operasyonel

PeyamaKurd - Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên Tirkiyeyê, tê angaştin ku ji aliyê Tirkiyeyê ve ji Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Talebanî re, ji ber pêwendiyên wî yên bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re gefa “encamên operasyonel” hatiye xwarin

Li gorî zanyariyan, Tirkiyeyê biryar daye ku eger siyaseta xwe ya li gel PKKê neguherîne, ew ê zextên xwe yên li ser Serokê YNKê Bafel Talebanî zêdetir bike.

Tirkiyeyê daxwaza hevdîtinê ya Bafel red kir

Tengijîna navbera YNKê ku duyemîn partiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya hevpeymanî ye û Tirkiyeyê ev 2 sal in her ku diçe zêdetir dibe.

Enqere, Bafel Talabanî bi hevkariya bi rêxistinên leşkerî yên PKKê yên li Rojavayê Kurdistanê tawanbar dike û ji ber vê yekê, li gorî hin jêderan, Bafil Talebanî bi hin navbeynkaran daxwaza hevdîtinê ji Tirkiyê kiriye, lê belê Tirkiyeyê vê daxwazê red kiriye.

Weke tê zanîn; Serokkomar Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve Hakan Fîdan ji di nav de, serkirdeyên payebilind ên Tirkiyeyê, ji par ve, di derbarê Bafel Talebanî de daxuyaniyên tund didin û Enqereyê par geştên frokeyan ên ji frokexaneyên Tirkiyeyê ber bi Frokexaneya Silêmaniyê ya Navneteweyî rawestandibû.

Herwiha artêşa Tirkiyeyê, di mehên borî de, operasyonên xwe yên li Herêma Kurdistanê yên li dijî PKKê zêde kiribûn û hewl dabû ku xwe nêzîkî devera Metîna ya ku navenda hêzên PKKê ye bike.

Erdogan: Li Silêmaniyê nexweşxaneya PKKê heye

Jêderên ewlehiyê yên Tirkiyeyê angaşt dikin ku “Bafel Talebanî rê dide endamên payebilind ên PKKê, li Silêmaniyê bi cih bibin û perwerde bibin.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan jî di daxuyaniyeke xwe de angaşt ku li Silêmaniyê nexweşxaneyeke PKKê heye. Jêderên ewlehiyê yên Tirkiyeyê jî bi rêya çapemeniyê ragihandin ku “ew çalakiyên PKKê yên li derdora Silêmaniyê ji nêz ve dişopînin û egerên metirsiyê ji holê radikin.”

Enqereyê, di sala borî de, li Silêmaniyê, li dijî serkirdeyên PKKê hêrişan pêk anî. Di 2023an de, di operasyonên Tirkiyeyê yên bi frokeyên bêmirov ên ku piraniya wan li Silêmanî pêk hatin de herî kêm 15 berpirsên payebilind ên PKKê canê xwe ji dest dan.

Jêderên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê: Operasyonên Tirkiyeyê zexta li ser YNKê zêde dike

Jêderên ewlehiyê yên Herêma Kurdisatnê ku nexwestin navê wan aşkere bibe ragihandin ku operasyonên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê yên li dijî PKKê, zexta li ser YNKê jî zêdetir dikin û gotin: “Bafel Talebanî, di hewldanên xwe yên bi navbeynkariya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê nekarî rêyekê peyda bike. Ev metirsiyeke mezin e.”

Hefteya borî jî Bafel Talebanî li Silêmaniyê li gel Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Kasim Eremî civînekê pêk anî û di civînê de bi Eremî re operasyonên Tirkiyê gotûbêj kir.

“Di nav YNKê de dubendî derketiye”

Çavkaniyên YNKê diyar kirin ku nakokiyên navxweyî yên YNK, Bafel Talebanî û alîgirên wî lawaz kirine û angaştin ku Lahur û Qubad Talebanî ku alîgirên pêwendiyên baş ên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê ne, bihêztir bûne.

Li gorî jêderên nav YNKê, di hilbijartinên pêş yên Parlamena Kurdistanê de, piraniya baskên leşkerî yên YNKê, wê piştgiriya Lahur Talebaniyê ku li dijî Bafel Talebanî, di meha Çileyê de partiyeke bi navê Eniya Gel damezrandibû bikin.

Jêderekî ji YNKê jî got:”Bafel Talebanî û alîgirên wî, ji guherîna navxweyî ya YNKê agahdar in.”

Angaşt: Enqereyê ji Bafel û Qubad Talebanî re peyam şand

Jêderên ewlehiyê yên Tirkiyeyê ragihandin ku di hevdîtinên nerasterast ên bi kanalên sîxurî de ji Bafel Talebanî û Qubad Talebanî ku di heman demê de cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye re peyam hatine şandin.

Jêderan aşkere kirin ku daxwaza Bafel Talebanî ya ji bo hevdîtina rasterast a bi hevtayên xwe yên Tirk re, ji ber pêwendiyên wî yên bi PKKê re hatine redkirin.

Ji aliyê din ve nerazîbûnên rayedarên Iraqî yên ji ber operasyonên Tirkiyeyê jî didomin.

Berdevkê Artêşa Iraqê Orgeneral Yehya Resûl di daxuyaniya xwe ya piştî Civîna Encûmena Asayîşa Neteweyî de, operasyonên Tirkiyê yên li dijî endamên PKKê yên li Herêma Kurdistanê wek binpêkirina serweriya Iraqê bi nav kir.

Berdevkê YNKê Sadî Pîre jî di daxuyaniyeke xwe de angaştên hevkariya bi PKKê re red kir û got: “YNK, ne li dijî Tirkiyeyê ye û naxwaze bi Tirkiyeyê re pevbiçe."