PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li navça Qubînê li gundê Kanîrewa li ser ziyareta Şêx Xalidê Zîlî û Şêx Şasimê kurê wî, di wexta ziyaretê de du grûb pevçûn û di encamê de 10 kes birîndar bûn. Sedema pevçûnê nehat zanîn lê munaqeşe ya ku di navbera her dû grûban de destpêkiribû, bû şerê bi sîlih, dar û keviran.
Li ser agahdarkirina cendirmeyan, tîmên cendirmeyan çûn ciyê bûyerê. Di wexta ji hev veqetandina her dû grûban de cendirmeyekî sivik birîndar bû.
Tîmên tenduristiyê birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên bajêr yên cuda. Cendirme li Kanîrewa tedbîrên xwe girtin û hinek kesan birin qereqolê da îfadên wan bigrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin