Ukrayna: Ji 40î zêdetir, wargeh hatin rizgarkirin!

Ukrayna: Ji 40î zêdetir, wargeh hatin rizgarkirin!

PeyamaKurd- Rayedarên artêşa Ukraynayê ragihand ku di operasyonên êrîşê yên Ukraynayê ku li herêmên Harkiv û Hersonê dabûn destpêkirin, qadeke mezin ji Rusan hatiye girtin. Hat ragihandin ku bi dehan wargeh jî car din ketine bin venêrîna Ukraynayê.

Artêşa Ukraynayê ku ji destpêka şerê Rusyayê ve di parastinê de bû, di dawiya meha tebaxê de derbasî êrîşan bûbû.

Di vê çarçoveyê de ji aliyê rayedarên artêşa Ukraynayê ve hat ragihandin ku li herêmên Harkiv û Hersonê, ji 40î zêdetir wargeh, ji destên Rusan hatine rizgarkirin û car din ketine bin venêrîna hêzên Ukraynayê.

Piştî ku rayedarên artêşa Ukraynayê ev agahî dan, Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy jî da zanîn ku li van herêmên ku wargeh hatine rizgarkirin, qadeke ku ji 3 hezar kîlometirî pêk tê jî hatiye rizgarkirin û ev qad car din ketiye bin venêrîna hêzên Ukraynayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin