PeyamaKurd- Li Fîlîstînê, li Xezzayê(Gaze) di encama teqîna tupên xazê de, 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 53 kes jî birîndar bûn. Ji birîndaran halê 14 heban xweş nîne.
Li gor ragihandina wezareta Tenduristiyê ya Xezzayê; jimara miriyan derketiye 9 kesan û birîndaran hemû bo derman bikin birine nexweşxaneyan. Wezareta karên hundir ya Xezzayê jî ragihand ku piştî teqînê agir bi der û dorê ketiye û agir ji aliyê tîmên îtfaiyê de hatiye vemirandin.
Di encama şewatê de, zêdetirê 20 dukkan şewitîn ji zêdeyê 8 erebeyan şewitîne ku nema tên bikaranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin