PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo salvegera 33yemîn a Enfalê, peyamek belav kir û tê de diyar kir, di demekê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza qerebûkirina madî û manewî ji bo kesûkarên qurbaniyan û xelkê zerermend a wê êrîşa hovane ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê dike, hevdem kar dike ji bo xizmeteke zêdetir ji kesûkarên enfalkiriyan re bike.
Peyama Serokwezîrê Herêma Kurdistanê wiha ye:
Îro 33 sal di ser êrîşa enfalê re derbas dibe ku tê de rêjîma Beis a jinavçûyî bi armanca jenosaydkirina gelê Kurdistanê, bi 8 qonaxan, bi hezaran hevniştimaniyên bêtawan winda kirin û bi saxî ew defin kirin. Bi hezaran gund, bajarok, mizgeft, dibistan û bi dehan dêr wêran kirin, rez, bax û zeviyên cotkaran şewitand û kanî teqandin û binemaya jiyanê ji nav bir. Di vê bîranîna bi rûmet de em bîranîna şehîdan û qurbaniyên vê jenosîdê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di demekê de ku daxwaza qerebûkirina madî û manewî ji kesûkarên qurbaniyan û xelkê zerermed yê vê êrîşa hovane ji Hikûmeta Federalî ya Iraqê dike, hevdem kar dike ji bo xizmeteke zêdetir ji kesûkarên enfalkiriyan re bike û jiyaneke bi rûmet ji wan re peyda dike.
Hêvîdar im em vê bîranînê bikin handerê xurtkirina yekrêziya niştimanî û kûrkirina giyanê tebayî, biratî û pêkvejiyana aştiyane di navbera hemû gelên navçeyê de.
Silav li giyanên pak ên şehîdan û qurbanîyên Enfalan bin ku bîranîna wan herdem di dil û giyanên me de zindî dimîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin