JP: Şerê Helebê û têkçûna pêvajoya aştiya Şam û HSDê

Dîroka Weşanê :
JP: Şerê Helebê û têkçûna pêvajoya aştiya Şam û HSDê

PeyamaKurd- Medyaya Îsraîlê piştî şerê 22yê Kanûna 2025an ê li Helebê bal kişand ser wê yekê ku Sûriye di "rojên herî hestiyar ên serdema piştî Esed re dersbas dibe."

Rojnameya The Jerusalem Post a Îsraîlê şerê dijwar ê li Helebê wekî "Têkçûna pêvajoya aştiyê" şîrove kir.

Di analîza rojnameyê de hat destnîşankirin ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li hemberî gefa operasyoneke Tirkiyeyê amadekariya pêngava "Kongreya Neteweyî ya Kurdan" a sala 2026an dikin.

Di demekê de ku nezelaliya li ser bicihanîna peymana "tevlîbûnê" (entegrasyon) ya ku meha Adarê di navbera birêvebiriya Şamê û HSDê de hatibû kirin didome, şerê li Helebê rojev guherand.

Medyaya Îsraîlê cih da şerê di navbera hêzên girêdayî birêvebiriya Şamê û Hêzên Ewlehiyê yên Kurd (Asayîş) de ku li taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê qewimîn.

Rojnameya The Jerusalem Postê nivîsî ku piştî peymana dîrokî ya ku tevlîbûna HSDê ya nav artêşa Sûriyeyê pêşbînî dikir, ev aloziya herî mezin pirsa "Gelo hêviyên aştiya navxweyî diqedin?" anî rojevê.

Rojnameyê bûyerên li herêmê hem wekî raporteke şerê germ û hem jî bi analîzeke stratejîk a sala 2026an pêşkêşî xwendevanên xwe kir.

Gelo li Helebê "modela tevlîbûnê" îflas kir?

Li gorî nûçeya rojnameyê, van pevçûnan "derzên di mîmariya nû ya ewlehiyê ya Sûriyeyê de" derxistin holê.

The Jerusalem Postê diyar kir, dihat plankirin ku ev tax bibin "modelek" bê ka dê HSD çawa tevlî artêşa Sûriyeyê bibe lê şerê ku mirî hene ev hêvî kêm kirin.

Birêvebiriya Şamê HSD bi "êrişkirina nexweşxaneyan" tohmetbar dike, HSD jî dibêje êriş ji aliyê "komêb bêkontrol" ên Şamê ve hatiye kirin.

Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên Helebê, ji 2012an ve di serdema rejîma Esed de jî bi awayekî xweser dihatin birêvebirin.

Li gorî rojnameyê, daxwaza birêvebiriya nû ya Şamê ya kontrolkirina temamî ya van deran û daxwaza hêzên Kurd a parastina destkeftiyên heyî, wekî astengiya herî mezin a li pêşiya pêvajoya "tevlîbûnê" tê dîtin.

Li gorî medyaya Îsraîlê, ev teqîna li Helebê metirsiya wê yekê heye ku bandoreke domîno li herêmên din ên bakurê Sûriyeyê jî bike.

Ji bo Kurdan sala "Kongreya Neteweyî"

Pispora Rojhilata Navîn a rojnameyê Suzan Quitazê bal kişand ser wêneya li pişt van şerên herêmî.

Li gorî Quitazê, ev aloziya di rojên dawî yên 2025an de, pêşdîtina "şerê man û nemanê" yê sala 2026an e.

Daxuyaniya Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ya "Sala 2026an dê bibe sala Kongreya Neteweyî ya Kurdan" di medyaya Îsraîlê de deng veda.

Li gorî Quitazê, ev daxuyaniyên Ebdî yên ku tekezî li ser yekîtiya Kurdan dike û dixwaze statuyeke destûrî ji bo Rojavayê Kurdistanê bi dest bixe, wekî "meydanxwendinek" li dijî daxwazên "tesfiyekirinê" yên Enqere û Şamê tê nirxandin.

Di analîzê de hat îdiakirin ku Tirkiye dixwaze di jinûveavakirina Sûriyeyê de para herî mezin wergire lê "HSD û nifûza Îsraîlê" wekî astengiya herî mezin a li pêşiya vê yekê dibîne.

Ultîmatoma tevlîbûnê ji Tirkiyeyê

Hişyariya Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan a "sebir diqede" û şertê "artêşa yekgirtî" yê Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler di çapemeniya Îsraîlê de wekî "sînyala dagirkirinê" hat xwendin.

Li gorî analîzê, tê pêşbînîkirin ku Tirkiye ji bo sîstema xweser a HSDyê bihelîne dibe ku "beriya 2026an dest bi operasyoneke leşkerî bike."

Dubendiya di navbera Trump û Pentagonê de

Di analîzê de hat destnîşankirin ku nakokiyên di navbera saziyên Amerîkayê de dê çarenivîsa HSDyê diyar bikin.

Hat bibîrxistin ku Serok Trump bi germî li birêvebiriya Şamê dinêre lê artêşa Amerîkayê li qadê hîn jî piştgiriya HSDyê dike û ev piştgirî yekane "hêza rêgir" e li pêşiya êrişa Tirkiyeyê.

"Kurd dev ji nasnameya xwe bernadin"

The Jerusalem Postê nûçe û analîza xwe bi vê tespitê bi dawî kir:

"Di demekê de ku Tirkiye û birêvebiriya Şamê zextê dikin da ku HSDyê di warê leşkerî de daqurtînin; Kurd bi biryar in ku 2026an bikin sala pêngava siyasî."

Li gorî medyaya Îsraîlê, çi dibe bila bibe "Kurd dev ji nasnameya xwe bernadin."